Li Cerablûsê êrîşa mûşekî: 6 kes hatin kuştin

Li gundekî bajarê Cerablûsê yê Sûriyê, di êrîşeke mûşekî de herî kêm 6 kes hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gundekî bajarê Cerablûsê yê Sûriyê, di êrîşeke mûşekî de herî kêm 6 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Saziya çavdêriya mafên mirovan a Sûriyê ragihandiye; şeva borî baregehên çekdarên Tirkiyê yên li gundê Kosa yê bajarê Cerablûsê rastî êrîşa mûşekî hat.

Li gor agahiyan, di wê êrîşê de ku tê gotin ji aliyê hêzên Rûsî ve hatiye kirin, herî kêm 6 kes hatine kuştin û 17 kes jî birîndar bûne.

Di êrîşê de bîrên neftê jî hatine armanckirin.