Serkirdeyekî ENKSê: Hêviyên gelê me ji diyaloga kurdî dê bicih bibin

Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê radigihîne, “Em di Tevgera kurdî dî ji 63 salan ve ji bo zimanê kurdî dixebetin.”
kurdistan24.net

 

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê radigihîne, “Em di Tevgera kurdî dî ji 63 salan ve ji bo zimanê kurdî dixebetin.”

Şandeke Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) îro gihîşt Hewlêrê. Di wê derbarê de Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Nîmet Dawûd ji K24ê re ragihand, di dema ku nûnerên aliyê serperişt ê diyaloga kurdî li derveyî rojavayê Kurdistanê ne, Desteya Serokatiya ENKSê serdana Hewlêrê dike ji bo ligel desteyên xwe yên cuda (Desteya Pêwendiyên Derve û nûnerên di Desteya Danûstandkar a opozîsyona Sûriyê de) bicive û kar û xebatên xwe binirxînin. Herwiha dê hin hevdîtinên wan bi berpirsên Serokatiya Herêma Kurdistanê re jî hebin.

Diyar kir jî, niha danûstandin li ser pirsa îdarî ye û wan gelek gav tê de avêtine û tenê xala tevlîbûna ENSKê di nava Rêveberiya Xweser de maye û ti pirsgirêkên gelek zehmet tê de tune ne û dê biçe serî.

Aşkere kir jî, hin pirs hene bi aliyê serperişt (aliyê Amerîkî) û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re tên guftûgokirin, ji wan jî pirsa xwendin û perwerdehiyê ye û got: “Em gihîştin hevtêgihîştinekê ku îsal xwendekar azad bin kîjan mînhacê bixwînin û di pişt re emê çareseriyekê ji bo mînhacekê ku ji aliyê UNISEF ve danpêdan pê hebe bibînin, ji bo xwendekar bikarin cihên xwe di zanîngehan de bibînin.”

Li ser pirsa leşkerî, endamê Desteya Serokatiya ENKSê da zanîn, hîna danûstandin li dosya leşkerî nehatiye kirin. Piştî dosya îdarî, dê danûstandin li dosya ewlehî û leşkerî bê kirin.

Herwiha got: “Baweriya me heye ku ev diyaloga dê bi ser bikeve. Di her danûstandinan de pirsgirêk û astengî derdikevin. Em wek ENKS jî dibînin ku çi pirsgirêk û astengî derkevin, emê bikarin çareser bikin û dê encam ji vê diyaloga ku çavê gelê me lê ye derkevin û hêviyên miletê me bicih bibin.”

Li ser pirsa perwerdehiya bi zamanê kurdî, endamê Desteya Serokatiya ENKSê tekez kir: “Em di Tevgera kurdî dî ji 63 salan ve ji bo zimanê kurdî dixebetin. Pirsa perwerdehiyê, pirsa raya giştî ye û çavê xelkê lê ye ku zarokên wan bê xwendin mane û ti danpêdan bi bawernameyên wan tune ye. Bi hezaran gelê me bar dikin parêzgehên din ji bo zarokên xwe bi xwendin bidin. Xelk dixwazin danpêdan bi bawernameyên zarokên wan hebe û çareseriyek jê bê dîtin. Îsal me pirsa xwendinê azad kir, lê di piştre emê çareseriyeke bi temamî ji pirsa xwendin û perwerdehiyê bibînin. Pirs, ne tenê zimanê Kurdî ye. Ev pirsa perwerdehiyê ye û tê de bawernameyên zanistî tên wergirtin û qebûlkirina di zanîngehan de tê de heye. Em xwediyê pirsa zimanê kurdî ne, emê çawa li dijî zimanê kurdî derkevin, ti carî ev yek ne rast e. Divê ev daxuyanî ji Serokê şanda PYNKê derneketiba”