PKK gefa şer û bikaranîna hêzê li Şingalê dixwe

Pisporên serbazî û peywendiyên navdewletî radigihînin ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nikare hêz li dijî cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê bi kar bîne.

Hewlêr (K24) – Pisporên serbazî û peywendiyên navdewletî radigihînin ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nikare hêz li dijî cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê bi kar bîne û dibêjin; di her rewşeke bikaranîna hêzê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê dikarin li dadgehên navdewletî li dijî wan doz vekin.

Tevî nêzîkbûna cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê, PKK hewlên cûr bi cûr ji bo astengkirina cîbicîkirina rêkeftinê dide, hewla herî dawî jî gefa bikaranîna çekan e.

Li ser vê mijarê, pisporê serbazî Mihemed Sabîr diyar dike ku PKK li Şingalê hemû alîkarî ji Heşda Şe'bî wergirtine, eger PKK li dijî cîbicîkirina vê rêkeftinê hêz bi kar bîne, tê wateya wê yekê ku hikûmeta Iraqê dijî rêkeftinê sekiniye.

Rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û Amerîkayê de hat kirin. Loma weke pisporê peywendiyên navdewletî Aras Ebdullah dibêje; eger bertekeke PKKê hebe, her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê dikarin li ser wê doz vekin û civaka navdewletî jî dê bertekekê nîşan bide.

Beşek ji rêkeftina Şingalê ew e ku divê hemû hêzên nerewa, ji Şingalê derkevin, bi taybetî PKK. Lê belê PKK rêyên cûr bi cûr girtine ber xwe, da ku rê li ber cîbicîkirina rêkeftinê bigre. Berpirsekî vê hêzê gefa serbazî dixwe, li hember wê jî pisporên serbazî di wê baweriyê de ne ku ev gef tenê gotin in û divê PKK ji wan deveran derkeve, eger na dê bertekên navdewletî li dijî PKKê tund bibin.