Liv û tevgerên PKKê li nahiya Dînarte welatiyên deverê nîgeran kiriye

Çend roj berê, bêyî ku guh bidin jiyana rojane ya xelkê û bêyî wergirtina destûrê ji îdareya navçeyê, PKK hatiye nav sînorê gundên ser bi navçeya Akrê.

Akrê (K24) – Çend roj berê, bêyî ku guh bidin jiyana rojane ya xelkê û bêyî wergirtina destûrê ji îdareya navçeyê, PKK hatiye nav sînorê gundên ser bi navçeya Akrê. Ev jî bûye sedema nîgeraniya welatiyan û daxwaz dikin PKK ji devera wan dûr bikeve, da ku bikarin karûbarên xwe yên rojane bêyî metisî encam bidin.

Rêveberê Nahiya Dînarte Şeban Xelîl diyar dike ku liv û tevgerên PKKê û astengiyên wan li ber nişteciyên deverê bûye pirsgirêk û rewşa devera wan ketiye metirsiyê.

Şeban Xelîl destnîşan dike ku gerîlayên PKKê gelek nêzîkî gund bûne û li hinek deveran gihiştiye wê radeyê ku zoriyê li xelkê dikin.

Ji ber hebûna PKKê li wê deverê, di nava 3 salên borî de 24 gundên li sînorê nahiya Dînarte hatine valakirin û eger ev liv û tevgerên niha bi vî awayî berdewam bibin, tê pêşbînîkirin ku hejmareke din jî gund û avahiyên deverê, werin valakirin.