Serok Barzanî bi boneya Mewlûda Nebî peyamek belav kir
Hewlêr (K24) – Bi boneya roja mewlûda Hezretî Mihemed (silavên Xwedê lê bin), Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû misilmanên Kurdistan û cîhanê kir.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta bîranîna ji dayikbûna pêxemberê mezin Mihemed Mistefa (silavên Xwedê lê bin) pîrozbahiyê li misilmanên cîhan û Iraq û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim.
Hêvîdar im ev helkefta pîroz sedemek be ji bo zêdetir bihêzkirina giyanê lêborînî û pêkvejiyana olî û neteweyî û mezhebî ya li Kurdistan û Iraq û cîhanê.
Em ji Yezdanê mezin dixwazin di vê helkefta pîroz de dergeha xêr û bereket û xweşiyê li rûyê gelê Kurdistan û gelên navçeyê bi giştî veke û sîtem û zulma li ser mîlletan bi dawî be.
Wesselamu eleykum we rehmetullahî we berekatuhu
Mesûd Barzanî
28.10.2020