Lijneya Peywendiyên Derve ya Parlementoyê bersiva Murat Karayilan dide

Serokê Lijneya Peywendiyên Derve ya Parlementoyê û Biryarderê Lijneya Navxwe ya Parlementoya Kurdistanê bersiva daxuyaniya Murat Karayilan didin.

Hewlêr (K24) – Serokê Lijneya Peywendiyên Derve ya Parlementoyê û Biryarderê Lijneya Navxwe ya Parlementoya Kurdistanê bersiva daxuyaniya Murat Karayilan didin û dibêjin ku PKK ti car rêz li saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê negirtiye, ji bilî derbasbûna sînor, armanckirina dîplomatkarên biyanî û kuştina Rêveberê Gumriga Serzêr. Herwiha diyar dikin; PKKê planên çendîn kiryarên din ên terorkirinê danîne.

Rêbwar Babkeyî, Serokê Lijneya Peywendiyên Derve ya Parlementoya Kurdistanê li ser vê mijarê diyar kir: “Rêzgirtina PKKê li saziyên Herêma Kurdistanê ew e ku biçe derveyî sînorên Herêma Kurdistanê.” Herwiha tekez kir: “PKK ne tenê taybetmendiya siyasî û destûrî ya qewareya Herêma Kurdistanê li ber çavan negirtiye, di heman demê de her gav hewl daye amûrek be di destê welatan de ji bo biçûkkirina qewareya Herêma Kurdistanê û lêdana pirsên niştimanî û berjewendiyên netewî û asayîşa Herêma Kurdistanê.”

Babkeyî destnîşan kir: “PKK ji bo Herêma Kurdistanê, bûye serêşiyeke mezin û nekariye bibe mêvanê ku rêz lê were girtin, tevî ku xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek rêz lê girtine. Ji aliyekî din ve, hebûna PKKê li deverên sînorî, bûye sedema valabûna gundan û hincetek ji bo leşkerkêşiya Tirkiyê bo wan deveran çêkiriye û bi deh hezaran xelkê wan deveran aware bûne.”

Berî salekê, PKKê dîplomatkarekî Konsolxaneya Tirkiyê û çend welatiyên din li xwaringehekê kuştin û Rêveberê Asayîşa Gumriga Serzêrê jî şehîd kir. Li ser vê mijarê Biryarderê Lijneya Navxwe ya Parlementoya Kurdistanê Hîkmet Mihemed dibêje: “Eger PKK rêz li saziyên Herêma Kurdistanê bigirta, ti car nedifikirî ku Rêveberê Gumriga Serzêrê şehîd bike, loma PKK ti car rêz li saziyên Herêma Kurdistanê negirtiye û nagre jî.”

Murat Karayilan di daxuyaniya xwe ya herî dawî de got ku "me rêz li saziyên Herêma Kurdistanê girtiye", Parlementoya Kurdistanê jî bersiva wî dide dibêje; "rêzgirtin ne ew e ku rê li ber Tirkiyê xweş bikin da ku leşkerên xwe bînin an dîplomatkaran teror bikin, berpirsê ewlehiyê şehîd bikin û plana terorkirin û têkbirina rewşa ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê darêjin, rêzgirtina li saziyên Herêma Kurdistanê derketina we ya derveyî Herêma Kurdistanê ye".