Li rojavayê Kurdistanê 186 kes bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 186 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 186 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kir û ragihand 186 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Haletên hatine tomarkirin wiha ne:

36 kes li Hesekê, 41 kes li Qamişlo, 72 kes li Dêrikê, 10 kes li Girkê Legê, 9 kes li Amûdê, 6 kes li Rimêlanê, 6 kes li Dirbêdiyê, 1 kes li Çilaxa, 1 Tirbesipiyê, 1 kes li Kampa Holê û 3 kes li Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 11 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 4350 kesan, ji wan 704 kes baş bûne û 119 kesan jî canê xwe ji dest dane.