Hinarên Helebceyê hinardeyî Fransayê tên kirin

Wezîra Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî ragihand; hewl didin ku hinarên Helebceyê hinardeyî Fransayê bikin.

Helebce (K24) – Wezîra Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî ragihand; hewl didin ku hinarên Helebceyê hinardeyî Fransayê bikin û kargeheke şerbetê li Helebceyê ava bikin.

Bêgerd Talebanî li Helebceyê beşdarî Festîvala Hinaran bû û di festîvalê de diyar kir: “Bi hemahengiya Konsolxaneya Fransayê ya li Herêma Kurdistanê, em hewl didin lêkolînên zanistî li ser berhema hinarên Helebceyê bikin û di vê çarçoveyê de dest bi avakirina kargeheke şerbetê bikin.”

Talebanî destnîşan kir: “Me li ser wê yekê gotûbêj kiriye ku em hinarên Helebceyê hinardeyî Fransayê bikin, di demeke nêz de pêngavên me yên pratîk dest pê bikin.”

Wezîra Çandiniyê Bêgerd Talebanî herwiha eşkere kir: “Di çend rojên bê de kevirê bingeha sê kargehên dexl û dan li Herêma Kurdistanê dê werin danîn ji bo kirîna genimê cotkaran ku weke berhemeke sereke tê dîtin.”

Îro Şeşemîn Festîvala Hinaran li Helebceyê tê lidarxistin, ji bilî berhemên hinar, beşek ji berhemên din ên cotkarên deverê jî di vê festîvalê de tê nimayîşkirin.

Berhema hinaran a li Herêma Kurdistanê ji pêwîstiya navxwe zêdetir e û parêzgeha Helebceyê yek ji wan deveran e ku li wê derê her sal gelek hinar tê berhemanîn.