Li hêzên ewlehiyê yên Fransayê asta rewşa awarte hat bilindkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Fransayê Jean Castex ragihand ku asta agahdarî û hişyarî ya ji ber rûdanên metirsiyê, li rêzên hêzên ewlehiyê hat bilindkirin.
Ev hişyarî piştî wê yekê hat ku îro li bajarê Nice yê Fransayê bûyereke kuştin û birîndarkirinê qewimî.
Serokwezîrê Fransayê civaka xwe ji wê yekê agahdar kiriye ku bersiva hikûmet û hêzên ewlehiyê li hember êrîşa îro dê gelek tund bibe.
Îro li nêzîk Dêra Notre-Dame a li bajarê Nice yê Fransayê kesekî bi kêrê êrîşî çend kesên din kir û di encamê de 2 kes hatin kuştin û jinek jî hat serjêkirin.