Sertaç Bucak: Divê PKK rêz li îradeya Herêma Kurdistanê bigre

Serokê Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) Sertaç Bucak li ser siyaseta Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya li Herêma Kurdistanê axivî.

 

Hewlêr (K24) Serokê Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) Sertaç Bucak li ser siyaseta Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya li Herêma Kurdistanê diyar kir: “Di nav welatekî de du îrade nabe, yek îrade heye, ew jî îradeya gelê Kurdistanê ye û îro hikûmet Kurdistanê temsîl dike, parlemento Kurdistanê temsîl dike, ji ber vê yekê hemû aliyên Kurdistanê, hemû aliyên siyasî, pêwîst e hurmeta xwe li vê îradeyê pêşkêş bike.”

Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak ji bajarê Diyarbekirê yê bakurê Kurdistanê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser kiryarên PKKê yên li Herêma Kurdistanê bersiv da pirsên Cemal Batun.

Sertaç Bucak diyar kir: “Helwesta PKKê li Herêma Kurdistanê û siyaseta wan li hember Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin. Ji ber ku Herêma Kurdistanê herêmeke azad e, herêmeke rewa ye, parlementoya wê heye, serokê wê heye û hikûmeta wê heye û serokwezîrê wê heye û her tiştên wê li gor yasa û qanûnên Herêma Kurdistanê dimeşe. Ji ber vê yekê PKK jî pêwîst e li vê derê qanûn û yasayên Herêma Kurdistanê bide ber çavan û di rojeke wisa de pêwîst e hemû Kurd piştgiriya hikûmetê bikin, piştgiriya biryarên parlementoyê bikin, ji ber ku ew herêm li her çar parçeyên Kurdistanê tenê ew azad e û ber bi başiyê diçe. Ji ber vê yekê ez weke Kurdekî li bakur, ez bawer im gelek Kurdên bakur û beşên din ên Kurdistanê, ew siyaseta PKKê qebûl nakin.”

Derbarê siyaseta PKKê de Sertaç Bucak destnîşan kir: “Ez wisa bawer im, ew siyaset xizmeta dijminên miletê Kurd dike, xizmeta dijminên pêkhateyên Kurdistanê dike. Ji ber vê yekê em nikarin çavên xwe li ber vê siyaseta çewt bigrin û ez hêvîdar im biraderên me yên li PKKê ew siyaseta xwe careke din bidin ber çavan û hurmetê li siyaset û hikûmet û parlementoya Kurdistanê diyar bikin.”

Bucak bal kişande ser wê yekê ku li Herêma Kurdistanê îradeya gelê Kurdistanê heye û got: “Di nav welatekî de du îrade nabe, yek îrade heye, ew jî îradeya gelê Kurdistanê ye û îro hikûmet Kurdistanê temsîl dike, parlemento Kurdistanê temsîl dike, ji ber vê yekê hemû aliyên Kurdistanê, hemû aliyên siyasî, pêwîst e hurmeta xwe li vê îradeyê pêşkêş bikin.”

Li ser helwesta PKKê ya li Şingalê jî diyar kir: “Şingal devereke nakok e, yanî pêwîst e yasaya 140 li wê derê were cîbicîkirin. Ji ber vê yekê rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî ya beşa Iraqê, him netewî ye û him navnetewî ye, aliyê din ku dibêjin 'em berjewendiya xwişk û birayên me yên Êzidî dipejirînin û piştgiriya wan dikin', pêwîst e li hember vê rêkeftinê hurmeta xwe diyar bikin.”

Li ser banga HDPê ya aliyên siyasî yên bakurê Kurdistanê, Sertaç Bucak diyar kir ku hefteya borî li Diyarbekirê civînek hat li dar xistin û HDP bangî partiyên Kurd ên bakurê Kurdistanê kir. Bucak dibêje: “Me got em ê diyaloga di nav Kurdan, yanî di nav aliyên siyasî de berdewam bikin. Lê ti biryar li ser meseleya yekrêzî bi çi awayî be nehatiye pejirandin, biryareke wisa tine ye.” Herwiha eşkere kir: “Encama wê civînê ev bû; berdewamiya diyaloga nav aliyên siyasî yên Kurdan.”