NATO: Em ji bo alîkariya Tirkiye û Yewnanistanê hazir in!

Stoltenberg li ser hejmara xwe ya Twitterê peyamekê belav dike û dibêje...

Navenda Nûçeyan (K24) - Sekreterê Giştî yê NATO' Jens Stoltenberg ji ber erdheja li Deryaya Egeyî dibêje, "Em wekî NATO hazir in alîkariya Tirkiye û Yûnanistanê bikin.

Stoltenberg li ser hejmara xwe ya Twitterê peyamekê belav dike û dibêje, "Ez ji ber raportên derheqê erdheja li Deryaya Egeyê de xemgîn im. Dilê min li gel hemû zerermendên erdhejê ye. NATO amade ye alîkariya hevpeymanên xwe Tirkiye û Yewnanistanê bike."

Îro demjimêr 14:51'ê li Deryaya Egeyê erdhej çêbû. Pileya wê wekî 6.9 hat diyarkirin. Erdhejê bandor li Tirkiye, Yewnanistan, Bûlgaristan û Makedonyaya Bakûr kir.