Hikumet, karê terorî yê armanckirina petrola Kurdistanê şermezar dike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê karê terorî yê armanckirina boriyê şandina petrola Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dike

K24 - Hewlêr

Hikûmeta Herêma Kurdistanê karê terorî yê armanckirina boriyê şandina petrola Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dike.

Li gorî daxûyaniyek Hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja Çarşemiya borî, bûriyê şandina petrola Herêma Kurdistanê hatiye armanc kirin û di encam de proseya şandina petrola Herêma Kurdistanê hat rawestandin. Amaje bi wê yekê jî kiriye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, vî karê terorî şermezar dike û dibîn e, ev cure kiryar rewşa Herêmê û navçeyê zêdetir aloz dike.

Di daxuyaniyê de hatiye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi ti awayî rê nade gef li berjewendiyên wê bê kirin û dest bi qûtê xelkê herêma Kurdistanê bibirin. Lêkolînên ji bo eşkere kirin a encamderên vê êrîşê, berdewam e.