Çavdêrê warê medyayê: Kurdistan24 gelek girîngî dide mijarên netewî

Kurdistan24 di xebatên xwe yên girîng ên salên borî de, mijarên niştimanî û netewî karên herî pêşî yên dezgeha Kurdistan24ê bûn.

Silêmanî (K24) – Kurdistan24 di xebatên xwe yên girîng ên salên borî de, mijarên niştimanî û netewî karên herî pêşî yên dezgeha Kurdistan24ê bûn. Çavdêrên siyasî û şarezayên medyayê jî diyar dikin ku Kurdistan24 girîngiyeke mezin dide mijarên niştimanî û netewî.

Di nava 5 salên borî yên xebatê de yek ji bingehên sereke ku li televîzyon û medyaya civakî û beşên din ên Kurdistan24ê jê re girîngî hatine dayîn û niha jî ew girîngîdan rêngê xwe dide parastina nirxên niştimanî û netewî.

Kurdistan24ê hewl daye neteweya Kurd bi cîhanê bide nasîn û weke medyayeke niştimanî lê were nêrîn. Yek ji wan erkên me yên medyayê ew e ku nirxek heye divê bi tundî destê wî were girtin, karekî bike ku di berjwendiya neteweya wê de be û bibe sedema seqamgîriya siyasî, bi nêrîneke çavdêrê siyasî jî, Kurdistan24 ji vî alî ve gavên baş avêtine.

Çavdêrê siyasî Edalet Ebdullah diyar dike: “Di hemû medyayê de çend erk hene divê werin cîbicîkirin, li gor jîngeh û civaka ku tê de ye, yek ji wan erkan ew e ku dest bi nirxên neteweyê bigre, çi di berjewendiya neteweyê de be biparêze, bi taybetî ew mijarê ku dibin mayeya seqamgîriya siyasî, cîbicî bike. Kurdistan24 ezmûneke din di nav medyaya Kurdî de heta radeyeke baş gav avêtine, da ku di asta van babetan de be.”

Rehman Xerîb, Serokê Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamevanan destnîşan kir: “Kurdistan24 kariye rengekî diyar be, ku bi awayekî berpirsyar ligel zanyariyan tevbigere û gîrîngî bi çalakiyên nav civaka Kurdî bide, herwiha girîngî bide mijarên netewî û niştimanî, bi taybetî li deverên cihê nakokiyê, bi girîngî ligel vê dosyeyê tevbigere, li ser vê yekê jî rastî astengî û tundiyeke mezin hatiye.”

Xerîb herwiha got: “Kurdistan24 kariye bala xelkê bikşîne û bibe çavkaniyeke girîng a zanyariyan.”