Kurdistan24 di 5 saliya xwe de plana xwe ya dahatû eşkere dike

Îro şemiyê 31ê Cotmeha 2020an, 5 sal di ser destpêkirina weşana kanala Kurdistan24ê re derbas dibeç

Hewlêr (K24) – "Kurdistan24 di qonaxa dahatû ya karê xwe yê medyayî de bi çendîn bernameyên nû, bultenên nûçeyan ên ciyawaz, stîl û naverokeke dewlemendtir, teknîkeke nûtir û amadekariya berfirehtir li seranserê cîhanê, planeke her alî peyrew dike û hewl dide wêneya medyaya Kurdistanê bigihîne asteke bilindtir", Serokê Bordê Rêveberiya Saziya Kurdistan24 di 5emîn salvegera weşana televîzyona Kurdistan24ê de bi van gotinan plana dahatû eşkere kir.

Îro şemiyê 31ê Cotmeha 2020an, 5 sal di ser destpêkirina weşana kanala Kurdistan24ê re derbas dibe, ku di 31ê Cotmeha 2015an de kanala pêşeng di medyaya Kurdistanê de dest bi weşanê kiribû.

Mihemed Hacî Kerîm, Serokê Bordê Rêveberiya Saziya Kurdistan24 ragihand: “Berî her tiştî, di karê xwe yê rojane de li cem Kurdistan24ê pabendbûna bi bingehên pîşeyî, wekhevî, objektîfbûn û xebata di çarçoveya prensîpên berpirsyariya civakî de, li ser her tiştî ye.”

Serokê Bordê Rêveberiya Saziya Kurdistan24 herwiha diyar dike: "Cihê dilxweşiyê ye ku Kurdistan24 di pênc salên xebata xwe de kariye bi rêya toreke berfireh a nûçegihanên xwe li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê, Iraq, Tirkiye, rojavayê Kurdistanê, Îran, Rûsya û welatên Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî amadebûneke berçav hebe, ne tenê di nûçeyên têkildarî Iraq û Herêma Kurdistanê de, gelek caran di veguhestina nûçeyên welatên derdorê û herêmê de jî berî nûçeyên wan welatan bûye û bûye çavkaniyeke pêbawer. Ji ber vê yekê piraniya ajansên nûçeyan ên navdar, xwe dispêrin wêne û vîdeoyên Kurdistan24 û li cem xwe diweşînin. Weke nimûne, ku niha pêvajoya hilbijartina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê heye, bi rêya du bultenên taybet ên rojane û bernameya 'Amerîka Biryar dide' kariye derbarê bûyerên herî dawî de agahiyên herî girîng, ji temaşevan, guhdarvan û xwendevanên kanalên me re veguhezînin û kesayetên siyasî û dîplomatîk ên herî girîng ên wî welatî mêvan bikin.”

Kurdistan24 di rewşeke zehmet ya siyasî û ewlehî û aborî ya Kurdistanê de dest bi kar kir. Li gor şarezayên ragihandinê ku di nav wan de France24 ku karmendên televîzyona Kurdistan24ê perwerde kirine û Kurdistan24 kariye serkeftineke mezin tomar bike û him li navxweya Kurdistanê û him li derve, bibe çavkaniyeke pêbawer a nûçeyan.

Saziya medyayî ya Kurdistan24, li gor gotina gel, di demeke kin de kariye bibe yek ji kanalên herî sereke yên Kurdistanê û çavkaniyên nûçe û zanyariyên rast û dirust li ser bûyerên navxweyî û nadewletî û gelek caran jî bûye çavkaniyek ji bo medyaya cîhanê.

Zêdetirî 74 milyon xwendevanên malperê

Malper û medyaya civakî ya Kurdistan24ê, her roj bi zimanê Kurdî (her du zaravayên Kurmancî û Soranî), bi zimanên Erebî, Îngilîzî, Tirkî û Farisî nûçe û zanyariyên derbarê Kurdistanê de bo cîhanê belav dike, di nav salekê de bi dehan milyon xwendevanên malperê hene.

Li gor Google Analytics ku xizmeteke Googleê ye û li ser data û trafîka malperê zanyarî dide, di nava salekê de zêdetirî 74 milyon kes serdana malpera Kurdistan24ê kirine.

Berpirsê Malper û Medyaya Civakî yê Kurdistan24ê Eyûb Mihemed di bernameya Rojbaş a Kurdistan24ê de mêvan bû û ragihand: “Niha temaşevan bi dem û demjimêreke diyar pabend nîne ku rojane wextê xwe bide û li ber televîzyonê rûnê, teknolojî û medyaya civakî ev bijarde daye ku dema bixwazin dikarin lê binêrin û cîhaneke taybet ji bo xwe çêbikin û bi dilê xwe li bernameyên televîzyonan temaşe bikin.”

Kurdistan24 li gor teoriyek dixebite ku jê re dibêjin berpirsyariya civakî, Eyûb Mihemed dibêje: “Em vê teoriyê gelek li ber çavan digrin dema babetan belav dikin, da ku nebe sedema xirakirina civakê. Mixabin li Kurdistan û gelek cihên din em dibînin li ser medyaya civakî ji bo ecibandin û şîroveyan her tişt têne kirin, ku ev hewldaneke kujer e, çimkî ew ecibandin û şîrove ewqas nayne ku tu ji bo wê civakê aloz bikî.”

Di malper û sosyal medya de nûkirin

Berpirsê Malpera Sosyal Medyaya Kurdistan24'ê aşkere dike: "Malper û sepana (APP) Kurdistanê24 tê nûkirin. Em niha mijûlî wê nûkirin ne û demek ji bow ê pêwîst e. Piştre malper, APP a mobayl û sosyal media jî nû dikin û dîzayna wê diguhîrin.”

Serokê Bordê Rêveberiya Dezgeha Kurdistanê'24ê di beşeke din axaftina xwe de got: “Kurdistan24 ne tenê xwe weke medyayeke Kurdistanî dibîne, belkû xwe weke saziyeke navdewletî jî dibîne, ji ber ku xizmetên medyayê ne tenê bi Kurdî bi pêş dike, Lê bi rêya malper û medyaya dîjîtal, berhemên wê yên medyayê bi zimanên din (îngilîzî, erebî, farisî û tirkî) hene û di lez û awayê gihandin û romalkirinê de jî taybetmendiyên xwe hene. Ev yek jî li ser asta pêwendiyên giştî de reng dide û pêwendiyeke xurt bi gelek ajans, kenalên cîhanî û dezgehên medyayê re daniye û bi gelek waran de hevkar û hevahengên hev in.

Metoda karkirinê

Kurdistan 24, dezgeheke taybet bi lêkolîn û ragihandinê ye, wek navendeke medyayî ya firehcure bi awayeke dirust û babetyane û li gor "berpirsiyariya civakî", erkên xwe yên pîşeyî li hember (niştiman, takên civakê, azadiya kesane) bi cih dike.

Armanca Dezgeha Kurdistan24ê, pêşxistina wê qada mediyayî ya li Kurdistanê heye û dixwaze bibe rênîşander ji bo cîhaneke nû ya ragihandinê li navçeyê bi giştî û Kurdistanê bi taybetî

Kurdistan24 bi riya toreke berfireh ya peyamnêran li Kurdistan û piraniya welatên cîhanê, bilez û bêalî bûyeran dişopîne û pêdaçûneke hûr cirke bi çirke li ser wan mijarên ku li cem pêkhateyên cuda yên Kurdistanê cihê girîngiyê dike.

Dezgeha medyayî ya Kurdistan24ê ti astengî li pêşiya lêgerîna agahiyan nedanîne. Ev tê wê wateyê ku Kurdistan beşek ji cîhaneke berfirehtir e û ev yek di xebatên wê de reng daye. Kurdistan24 jî berhemên xwe bi kurdiyeke zelal berhemên xwe pêşkêş dike.

Kurdistan24 perensîpa hevseng, babetîbûn û berpirsyane di rûmal û pêdaçûnên xwe yên rojnamevanî de peyrew dike û li gor standartên rêbazên medyayî û etîka rojnamevanî kar dike.

Peyama me çi ye?

Kurdistan24 ji bo belavkirina kultura lêborîn û pêkvejiyan û aştî û demokrasî û dadperwerî û parastina mafên mirovan li Kurdistanê dixebite.

Kurdistan24 ji bo belavkirina kultura jîngehparêzî, perwerdeyeke rast, bilindkirina întîmaya takekesan bo xak û niştiman dixebite.

Kurdistan24 mafê derbirîna ramanan bo hemû pêkhateyên cuda yên Kurdistanê û herêmê, bi ciyawaziya fikrî û olî û mezhebî û netewî misoger dike. Herwiha ramana serxwebûna Kurdistanê pêş dixe.