Kosret Resûl: Necmedîn Kerîm xizmeteke pir mezin li gelê me kir

Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyameke sersaxiyê belav kir.

Hewlêr (K24) - Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) xemgînya xwe ji ber koça dawî ya Parêzgarê Kerkûkê nîşan da û got: “Dr. Necmedîn Kerîm xizmeteke gelek mezin ji gelê Kurd re kir û ew dema Parêzgerê Kerkûkê bû xizmeteke pir mezin ji Kerkûk û Kerkûkiyan re kir.”

Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm vê sibê li Amerîkayê ji ber celteya mejî, di temenê xwe yê 71 salî de jiyana xwe ji dest da.

Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê Kosret Resûl peyamek belav kir û hevxemiya xwe li ser koça dawî ya Necmedîn Kerîm ragihand û got: “Dr. Necmedîn Kerîm siyasetmedar, dîplomatkar û tekoşerekî mezin ê gelê me bû.”

Kosret Resûl diyar kir: “Necmedîn Kerîm di jiyan û xebata zêdetir a nîv sedsala xwe de li Kurdistanê û li derveyî welat xizmeteke mezin gihande gelê me. Berdewam xebat kir ji bo gelê me û gihiştina bi mafên gel ên rewa. Di dema parêzgerê Kerkûkê de jî xizmet û qahîm kirina rewşa ewlehiyê û pêkvejiyanê li bajar, ji bo wê jî xizmeteke gelek mezin ji Kerkûk û Kerkûkiyan re kir.”

Resûl destnîşan kir: “Mixabin îro Dr. Necmedîn Kerîm koça dawî kir û bo heta hetayî em bicîh hiştin, xema koça wî ya dawiyê û ji dest dana Dr. Necmedîn Kerîm êşeke kûr e û em hemû nîgeran in. Serxweşiyê û hevxemiya xwe bo malbat û tekoşeran diyar dikim. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim sebrê bide me hemûyan û cihê wî jî bike bihişt.”