'Bajar bombebarankirin, alarma şerî hat lêdan!'

Piştî dengê teqînan li bajarê Xankend (Stepanakert, Hankent) hat, li bajarî alarma bombabaranê lêda.

Navenda Nûçeyan (K24) - Şerê Ermenistan û Azerbaycanê li Qerebaxa Çiyayî berdewam e. Li gor agahiyên xwecihî demjimêr 22.40 bajarê Xankend (Stepanakert, Hankent) hat bombebarankirin û elektrîka bajêrî qût bû.

Piştî dengê teqînan hat, li bajarî alarma bombabaranê lêda.

Her wiha Wezareta Parastina Azerbaycanê daxûyaniyek da û got, "Medyaya Ermeniyan dibêje bajarê Xankendî hatiye bombebarankirin û kesên sivîl canê xwe ji dest dane. Ev gotin nerast in. Ermenistan dixwaze rewşê pir trajîk nîşan bide. Artêşa me tenê meydana li şerî sengeran dike armanca xwe."Her wiha Artêşa Azerbaycanê da xûyakirin ku, Azerbaycan û Tirkiye çekên qedexe (bombeyên fosforê û kîyewî) bikar tînin. Sivîl bi kom dimirin dimirin, daristan dişewitin.

 Şerê Azerbaycan û Ermenistanê li Qerebaxa Çiyayî ango Kurdistana Sor 27'î Îlonê roja Yekşemê destpêkir. Ji wê demê heya niha bi hezaran leşker û sivîlan canê xwe ji dest dane.