Amarên Korona li rojavayê Kurdistan: 134 pêketin û 2 mirin

Li rojavayê Kurdistanê 134 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 2 pêketiyan jî canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li rojavayê Kurdistanê 134 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 2 pêketiyan jî canê xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kir û ragihand, 2 pêketiyên koronayê bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

Dr. Ciwan Mistefa diyar jî, 134 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Haletên hatine tomarkirin wiha ne: 34 kes li Hesekê, 43 kes li Qamişlo, 30 kes li Dêrikê, 1 kes li Amûdê, 10 kes li Girkê Legê, 2 kes li Til Temirê, 1 kes li Rimêlanê, 4 kes li Çilaxa, 3 kes Tirbesipiyê, 3 kes li Dirbêsiyê û 3 kes li Şehbayê.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 25 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 4738 kesan, ji wan 732 kes baş bûne û 127 kesan jî canê xwe ji dest dane.