Serok Barzanî: Rola Celalê Melekşa di pêşvebirina çand û wêjeya Kurdistanê de diyar e

Serok Barzanî bi boneya koça dawiyê ya saîrê kurd ê navdar Celalê Melekşa, peyameke serxweşiyê belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî bi boneya koça dawiyê ya saîrê kurd ê navdar Celalê Melekşa, peyameke serxweşiyê belav kir û tê de hevxemiya xwe bi malbat, rewşenbîr û edebdost û nivîskarên bajarê Sine û hemû Kurdistanê re ragihand.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya şaîrê navdarê gelê Kurd Celalê Melekşa gihîşt min. Celalê Melekşa nivîskar û şaîrekî niştimanperwer bû ku cihê destê wî di pêşvebirina çand û edeb û wêjeya Kurdistanê de diyar e.”

Serok Barzanî herwiha got: “Serxweşiyê li malbat û kesûkarên xwedê jêrazî Celalê Melekşa û rewşenbîr û edebdost û nivîskarên bajarê Sine û hemû Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşa xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdar im xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşe.”

Saîrê rojhilatê Kurdistanê yê navdar Celalê Melekşa duhî di temenê 69 saliyê de li bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê koça dawiyê kiribû.

Celalê Melakşa di 19 /3 /1951 de li gundê Melekşa yê ser bi bajarê Sine ve ji dayik bûye û ji zarokatiya xwe ve hezkiriyê helbest û nivîsandinê bûye.

Celalê Melekşa wek mirovekî aştîxwaz, serê xwe li hember zulm û stemkariyê netewand, ji ber vê yekê gelek êşên girtîgehê kişandiye.