Hejmara miriyên erdheja Îzmîrê zêde dibe

Li navçeya Seferîhîsar a ser bi parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyê roja înê erdhejek qewimîbû û hejmara miriyên di encama wê erdhejê de zêde dibe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Seferîhîsar a ser bi parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyê roja înê erdhejek qewimîbû û hejmara miriyên di encama wê erdhejê de derket 91 kesan.

Roja înê 30ê Cotmeha 2020an li navçeya Seferîhîsar a ser bi parêzgeha Îzmîrê, bi hêza 6,6 erdhej qewimîbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Reşwa Bilez (AFAD) a ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku hejmara miriyên di encama erdhejê de, bûye 91 kes.

Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Murat Kurum jî eşkere kir: “962 welatiyên me bi awayekî birîndar hatin rizgarkirin. Welatiyên me yên ku tedawiya wan didome, 4 ji wan rewşa wan giran e û bi giştî 9 birîndar di çavdêriya hûr de ne.”

Li aliyê din, Wezîrê Perwerdehiya Netewî Ziya Selçuk ragihand ku li seranserê bajêr heta hefteyekê perwerdehî hat rawestandin û eşkere kir ku li gor rewşê ev dem dibe ku were dirêjkirin.