Çekdarên nenas li sînorê Zêyê Biçûk digerin

Çekdarên nenas derbasî aliyê çemê Zêyê Biçûk dibin û bi şev li derdora bajarokê Sêgirdkanî yê ser bi qezaya Koye ve tên dîtin û çalak in.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî serjêkirina sê ciwanên kurd li gundên Şewgêrawa û Şêx Bizênî yên ser bi sînorê Kerkûkê ve, niha çekdarên nenas derbasî aliyê çemê Zêyê Biçûk bûne û bi şev li derdora bajarokê Sêgirdkanî yê ser bi qezaya Koye ve tên dîtin û çalak in.

Cotyar û gundiyên wê sînorê ew dîtine û dibêjin, serê wan dişibe çeteyên DAIŞ'ê û li herêmê ku valahiya ewlekariyê heye çalak in. Qeymeqamê Koyeyê ragihand, ev tevgera çekdaran gelê wê herêmê ditirsîne, lewma girîng e hêzeke hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê li wê sînorê bi cih bibe.

Li gorî agahiyên xelkê herêmê, çeteyên DAIŞ'ê bi şev li herêmê tên dîtin û çend şev berê jî bi sivîlekî re gule li hev reşandine.

Welatiyê bajarokê Segirdkan Bextiyar Mihemed ji K24 re got: "Ji ber tevgera wan çekdaran yên ku jê re DAIŞ tê gotin, mirov nikare bi şevê li gorî dilê xwe bigere. Ez beriya vê rewşê tevahiya şevê li derve bûm, lê niha naçim derve."

Welatiyekî din ê bi navê Kusrat Ebdullah jî got, "Di çend şevên bihurî de hin gule li herêmê hatin reşandin. Hat gotin ku DAIŞ'î ne û niha mirov nikarin li gorî dilê xwe bikevin nava rez û baxçeyên xwe."

Berî bûyerên 16ê Cotmehê, navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ve bi hevbeşî dihatin parastin û xelkê wan navçeyan parastî bûn. Piştî bûyerên 16ê Cotmehê Pêşmerge li deverê de nemane. Rayedarên leşkerî û îdarî yên wan navçeyan jî vegerandina Pêşmerge ji bo navçeyên derveyê Herêmê, bi girîngî dizanin, ji bo ewlehî bicih bibe.

Qeymeqamê Koyê Yûsif Hesen ji K24ê re got: "Eger tevgera DAIŞ'ê li navçeyê heye, ew sûdê ji wê valahiya ewlehiyê ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de heye dibînin. Hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê dikarin bi hevbeşî herêmê biparêzin.”

Qeymeqamê Qezaya Koyê got: “Hebûna wan çekdaran tirs û xof di nava welatîyan de çêkiriye.”