Karîgeriya encamên hilbijartinên Amerîkayê li ser rojavayê Kurdistanê

Çavdêrê siyasî Ferîd Sedûn derbarê bandora hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê li ser rojavayê Kurdistanê de ji K24ê re axivî.
kurdistan24.net

 

Hewlêr (K24) – Çavdêrê siyasî Ferîd Sedûn derbarê bandora hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê li ser rojavayê Kurdistanê de diyar kir; li gor daxuyaniyên demokratiyan, ew dibêjin em ê bêtir piştgiriyê bidin pirsgirêka Kurdî.

Îro 3yê Mijdara 2020an, li Amerîkayê hilbijartinên serokatiyê birêve diçe. Çavdêrê siyasî Ferîd Sedûn ji Qamişloyê beşdarî bultena Kurdistan24ê bû û li ser bandora hilbijartinên Amerîkayê li ser rojavayê Kurdistanê bersiv da pirsên Cemal Batun.

Ferîd Sedûn diyar kir: “Em tev dizanin destwerdaneke yekser a Amerîkayê li rojavayê Kurdistanê heye, ji ber vê jî ev hilbijartin dema xuya bike dê kî Serokê nû bibe ji Amerîkayê re, li gor nêrîna wî, em ê karibin wê siyasetê bişopînin, ku ew siyaset têkeve ber berjewendiyên Kurdan li hundirê rojavayê Kurdistanê, an na. Heta aniha xuya dike ku hevalbendiyek di navbera Kurdan û Amerîkiyan de bû.”

Li ser girîngiya hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê bo rojavayê Kurdistanê, Ferîd Sedûn destnîşan kir: “Ev hilbijartin li cem me gelek balkêş û gelek girîng e. Em çavekî gelek balkêş lê dinêrin. Gava em zanibin ev siyaseta hanê dê bidome, dê ne siyaseteke demkî be û bi çûna Trump û bi hatina Biden dê guhertinên mezin çêbibin. Heta niha em dizanin stratejiyeke Amerîkî li vê derê hebû, ew stratejiya hanê jî xalên sereke dabûn ber çavên xwe ku li Sûriyê bikaribin, ji wan xalan; milmilaniya di navbera Amerîkî û Rûsan de, milmilaniya di navbera Amerîkî û Îraniyan de û weke rêbendekê li ser çemê Feratê çêbûbû ku Amerîkiyan nedihiştin gelek zilm li Kurdan were kirin li vê devera hanê û bên parastin.”

Ferîd Sedûn da zanîn: “Ev siyaseta han dê berdewam bibe an na, gava em bersiva vê pirsyarê bidin, dê ji me re xuya bibe ku gelo ev hilbijartin dê têkeve ber berjewendiya Kurdan an nakeve berjewendiyên Kurdan. Guhertina Serokatiya Amerîkî dê çiqas guhertinê li siyaseta Amerîkî çêbike derbarê mijara Kurdî de li hundirê Sûriyê, li gor van pirsyaran dê xuya bike ku ji bo Kurdan çi qas girîng e mana Trump, an guhertina wî.”

Sedûn destnîşan kir: “Îro gava guhertinek di Serokatiya Amerîkayê de çêbibe, li gor daxuyaniyên demokratiyan, ew dibêjin em ê bêtir piştgiriyê bidin pirsgirêka Kurdî, yanî bêtir fişarekê li ser Tirkan çêkin, heta bigihîje asta kiyanekî Kurdî li vê derê bê avakirin.”

Ferîd Sedûn li ser girîngiya Tirkiyê bo Amerîkayê diyar kir: “Tirkiye ji Amerîkayê re dewleteke gelek balkêş e. Ji ber ku Tirkiye li ser sînorê Rûsan e, li ser sînorê Îraniyan e û li ser Deryaya Reş e û em ji xwe zanin xeta ku ji Deryaya Qezwîn (Xezer) derdikeve û ji Azerbaycan û Tirkiyê derbas dibe Ewropayê ya gazê, ew jî bandora wan li ser berjewendiyên aborî yên Amerîkî hene.”

Li ser nêzîkahiya Joe Biden bo pirsa Kurdî, Ferîd Sedûn diyar kir ku helwesta Joe Biden ligel Kurdan pozîtîv bû, lê daxuyaniyên wî bi hêsanî nayên cîbicîkirin û got: “Ji ber ku girêdayî siyaseteke navdewletî ye li vê herêmê, nikare xwe dûrî Tirkan bixe û Tirkan li destê Rûsan berde.” Herwiha got: “Joe Biden girêdayî di gelek xal û bendên siyaseta stratejîk a Amerîkayê de nikare guhertinên mezin tê de çêke. Lê em hêvîdar in, li gor daxuyaniyên Biden em dibêjin dê alîgirê Kurdan be û karibe mafên Kurdan ji aliyê Amerîkayê ve bê parastin, zêdeyî tiştên ku Trump dikirin.”