Serokomarê Iraqê yasaya nû ya hilbijartinan pesend kir

Serokomarê Iraqa Federal Berhem Ehmed Salih yasaya nû ya hilbijartinên Parlementoya Iraqê pesend kir.

Hewlêr (K24) – Serokomarê Iraqa Federal Berhem Ehmed Salih yasaya nû ya hilbijartinên Parlementoya Iraqê pesend kir û ragihand; bi hêviya pêkanîna hilbijartinên pak û paqij û dûr ji sextekarî û dizîna dengên rewa yên xelkê.

Piştî îmzekirina yasayê, Serokomarê Iraqê gotareke bi zimanê Kurdî araste kir û got: “Min li gor erkê xwe yê destûrî, yasaya hilbijartinên Parlementoya Iraqê pesend kir. Ev jî bi hêviya pêkanîna hilbijartinên pak û paqij û dûr ji sextekarî û dizîna dengên rewa yên xelkê.”

Serokomar Berhem Ehmed Salih tekez kir: “Rêya rast ji bo reforma rastîn, ji bo bidawîkirina qeyrana debara xelkê, ji bo vegerandina nirxê rastîn ê siyaset û desthilatdariyê, ji hebûna yasa û rêsayên hilbijartinan ve dest pê dike, ku rêgir be li diziya dengên rewa yên xelkê û garantiya wê yekê bike ku hikûmet rengdana rastîn a deng û îradeya xelkê be.”

Berhem Ehmed Salih herwiha diyar kir: “Dizîna dengên welatiyan û dizîna pere û dahata giştî bi hev ve girêdayî ne.”