Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşa PKKê şermezar kir

Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi tundî êrîşa rêxistina terorê ya PKKê bo ser hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê li Iraqê şermezar dike.”

Wezaretê destnîşan kiriye: “Em berdewam dibin di piştevaniya Serokwezîr Kazimî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo têkbirina terorîzmê.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de Wezareta Derve ya Amerîkayê hevsoziya xwe ji bo malbatên qurbaniyên êrîşê nîşan daye.

Roja çarşemê 4ê Mijdara 2020an, çekdarên PKKê li nêzîkî nahiya Çemankê ya ser bi navçeya Amêdî êrîşî hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê kir û di encamê de pêşmergeyek şehîd bû û hejmarek pêşmerge jî birîndar bûn.