Rûsya çavkaniya zanyariyên li ser çekdarên Sûrî yên li Qerebaxê eşkere dike

Serokê Îstixbarata Derve ya Rûsyayê Sergey Naryshkin çavkaniya zanyariyên li ser çekdarên Sûrî yên li Qerebaxê eşkere kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Îstixbarata Derve ya Rûsyayê Sergey Naryshkin eşkere kir: “Îstixbarata me ya hevbeş a li Rojhilata Navîn alîkariya me kir ji bo bidestxistina zanyariyên hûrgilî yên li ser beşdarbûna çekdarên Sûrî li şerê Qerebaxê.”

Sergey Naryshkin îro di hevdîtineke televîzyonî de ragihand: “Li ser hebûna terorîstan li herêma Nagorno-Qerebaxê, zanyariyên me yên bi hûrgilî hene.”

Naryshkin eşkere kir: “Zanyariyên me ji çend dewletan, ji çavkaniyên cuda cuda û ji hevbeşên me yên cuda cuda û ji dezgehên taybetmend ên hevbeşên me yên li Rojhilata Navîn û Rojhilata Nêzîk ve bi destê me ketine.”

Sergey Naryshkin tekez kir ku îstixbarata Tirkiyê di bûyerên Qerebaxê de beşdar e û got: “Em hest bi karê îstixbarata Tirkiyê dikin û em hinek ji endamên karê wan dibînin.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî eşkere kiribû ku hejmara çekdarên kirêkirî yên ji Rojhilata Navîn li Qerebaxê nêzîkî du hezar kes in. Herwiha tekez kiribû ku Rûsya ligel Tirkiyê, ji bo çareserkirina milmilaniyê, bi awayekî aştiyane, dê berdewam bibe.