Cuma Balikçi gelek cure amûrên malê ji kevir çêdike

Cuma Balikçi xwedî li pîşeya bav û kalên xwe derdikeve.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê yek ji pîşeyên dîrokî û zehmet Hostetiya Kevir ji aliyê welatiyekî nav Sûrê ve tê domandin. Cûma Balikçiyê 50 salî pîşeya ku ji bavê xwe hîn buye dide jiyin. Hosteyê keviran dibêje ti dahatek ji pîşeya xwe bi dest naxe û bang dike ku derfet bo wî bê dayîn hem berhemên xwe bide pêşandan û hem jî perwerdehiya hostetiya kevir bide.

 

Sûra navdar û dîrokî ya Diyarbekirê di nav avahiyên xwe yên bedew û cawaz de cewherên hêja xwedî dike ku gelek pîşeyên qedîm ku ber bi nemanê ve diçin jî di nav dîwarên Sûrê de ber xwe didin. Pîşeya Hostetiya Kevir jî di destên Cûma Balikçiyê 50 salî de hebuna xwe didomîne. Cûma Balikçi dide zanîn ku wî xwe dîtiye û heta niha di nava keviran de ye û ji bo ku ev pîşeya zehmet û dîrokî winda nebe hewl dide ku nunertiya Hostetiya Kevir li Diyarbekirê bike. Hosteyê ku pirraniya wextê xwe bo pîşeya xwe vediqetîne di mala xwe de li gorî derfetên xwe yên kêm xwedî li mîrata bavê xwe derdikeve.

Hosteyê Kevir Cûma Balikçi ji K24ê re got: "Ez ji bavê xwe hînî vê pîşeyê bum. Bavê min kevirê aşê çêdikir û temîr dikir. Ji zaroktî ve ez ber deste wî bum. Bircên Diyarbekir, kevirên bedene, kevirên mizgeftan çawa hatibin çêkirin ez jî bi wê rêbazê teşe didim keviran."

Hosteyê xwedî ezmun  gelek cure amurên ku di jiyana rojane de tên bikaranîn bi baldariyeke mezin û bi kedeke giran diafirîne û amaje dike ku kare wî giran û zehmet û hêzeke zêde dixwaze lê ji berk u buye parçeyek ji jiyana wî zehmetiyên kar qet ji wî re nabin asteng.

Cûma Balikçi diyar dike: "Karek wisa ye ku divê mirov bi sebir be. Sebir bo vî karî gelek girîng e. Karek zehmet e jî. Lê dema ku ez berhemek diafirînim ez gelek keyfxweş dibim, hemu zehmetiya wê ji bîra min diçe. Min ev tawle ji xwe re çêkiriye. Hem tawle ye, hem damê ye, hem mase ye qehweya xwe li ser vedixwim, taştêya xwe dixwim."

Cûma Balikçi bi kevirê navdar ê Diyarbekirê Kevirê Bazalt ango kevirê reş amurên  leyîstokan jî çêdike û her ku diçe cureyên berhemên ji kevir berfirehtir dike û di Diyarbekir de tenê ew maye ku bikaribe kevirê aşê çêbike. Niha armanca wî ew e ku di nava Bircên Diyarbekir de derfet bo wî bên dayîn hem pêşangehek bo berhemên xwe veke, hem jî perwerdehiya hostetiya kevir bide.