Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê 85 hezar derbas kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 900 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 24 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 900 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 303 kes li Hewlêrê, 198 kes li Silêmaniyê, 303 kes li Duhokê û 44 kes li Helebceyê, 38 kes li Germiyanê, 14 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand; 24 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 7 kes li Duhokê, 2 kes li Helebce, 3 kes li Germiyan û 6 kes li Raperînê ne.
Hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 275 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 85063
Mirin: 2682
Başbûn: 52771
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.