HezKurd hewl dide zimanê Kurdî li Tirkiyê bibe fermî

Li bakurê Kurdistanê ji bo fermîkirina zimanê Kurdî xebateke berfireh ji aliyê Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) ve tê birêvebirin.
kurdistan24.net

 

Hewlêr (K24) – Li bakurê Kurdistanê ji bo fermîkirina zimanê Kurdî xebateke berfireh ji aliyê Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) ve tê birêvebirin.

Rêveberê Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) Barij Celalî li Hewlêrê mêvanê bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser xebatên HezKurdê bersiv da pirsên Cemal Batun.

Li ser wê yekê ku li Tirkiyê zimanê Kurdî, ne fermî ye û nayê nasîn, Barij Celalî diyar kir: “Divê dewleta Tirkiyê bersiva vê pirsê ewilî bide netewa Kurd, piştre jî ji alemê re îzah bike. Em di sala 2020an de ne, ber bi 2021ê ve diçin, mafê ziman mafekî him îlahî ye, him însanî ye, him jî mafekî xwezayî ye. Dema ku mirovek ji dayîka xwe dibe çawa ku mafê wî yê jiyanê heye, ti hêz nikare jiyana wî binpê bike, ziman jî wisa ye.”

Li ser pirsa "HezKurd dema daxwaza zimanê Kurdî dike, gelo bersiva saziyên fermî û siyasetmedarên Tirkiyê çi dibe?" Barij Celalî eşkere kir: “Yasaya Tirkiyê ji xwe ne rast e. Parlementoya Tirkiyê jî dema peyveke Kurdî jî tê de were axaftin, dibêje 'zimanekî ne diyar', nabêje tine ye jî, di warê yasayî de dibêjin ti mafê wî tine. Dezgehên wan, çi fermî bin, çi jî saziyên sivil bin, him guhê xwe, him çavê xwe, him jî devê xwe girtine di vê mijarê de.”

Barij Celalî diyar dike: “Divê netewek zimanê xwe ewilî pê bihese û bizanibe, eger înkara wî jî hebe, divê zimanê xwe daxwaz bike. Mixabin li bakurê welat, hişmendiya zimên, çil – pêncî sal in lawaz bûye. Heta van salên dawî, neaxaftina zimanê Kurdî û axaftina bi zimanê biyanî, weke tiştekî modern û hemdem tê dîtin. Divê netewek zimanê xwe daxwaz bike, ji xwe me HezKurd bi vê hişmendiyê, me got li ser hemû sazî, partî, rêxistin û komele ye.”