Serokê Herêma Kurdistanê sersaxî li Şahê Behreynê û Serokê Filistînê kir

Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Şahê Behreynê û Serokê Filistînê kir.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Şahê Behreynê û Serokê Filistînê kir.

Îro çarşemê 11ê Mijdara 2020an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de ji bo Şahê Behreynê Hemed bin Îsa Al Xelîfe, pirse û sersaxiya xwe û malbata şahane û gelê Behreyn kir û ji bo koça dawî ya Serokwezîrê Behreynê Xelîfe bin Selman Al Xelîfe û hevxemiya xwe li gel wan derbirî û hêviyê xwest Xwedayê mezin wî bixe ber dilovaniya xwe.

Di nameyeke din de ji bo Serokê Filistînê Mehmûd Ebas, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi navê xwe û gelê Kurdistanê, pirse û sersaxiyê li Serok Ebas û gelê Filistînê û malbata Saîb Oreyqat serkirde û mezinê danustandinkarê Filistînê kir û hevxemiyê li gel wan derbirî û hêviyê xwest xwedayê mezin giyanê wî bi dilovaniya xwe şad bike.