Lavrov: Çavdêrên Tirkiyê derbasî Qerebaxê nabin

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku çavdêrên Tirkiyê derbasî Qerebaxê nabin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku çavdêrên Tirkiyê derbasî Qerebaxê nabin, tenê bi rêya firokeyên bêfirokevan dê çavdêriyê bikin.

Sergey Lavrov di cîveneka rojnamevaniyê de da xuyakirin; ji bo şopandina agirbest û rewşa Qerebaxê, Navenda Çavdêrî ya Tirkiye-Rûsya tê damezrandin. Herwiha da zanîn; ev navend derbasî axa Qerebaxê nabe, tenê bi rêya firokeyên bêfirokevan û hin teknîkên din, dê çavdêriyê bike.

Lavrov got; bi çavdêriya dûr ya teknîkî rewşa pabendbûna agirbestê dê were şopandin û da xuyakirin, cihê çavdêrên Tirk axa Azerbaycanê ye û ji navçeyên şer gelekî dûr e. Ev yek jî di belgeya agirbestê de diyar e.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh dabû xuyakirin, hêzên Tirkiyê li herêma Qerebaxê tevî hêzên Rûsyayê dê hebin û bi hev re kar bikin. Wezîrê Derveyê Tirkiyê jî da xuyakirin, rola Rûsya di çavdêriyê de çawa be, rola Tirkiyê jî ew e.