'Hejmara leşkerên li Sûriye (Rojava) zêdetir in, me zanyarî ji Trumpî vedişartin'

Her wiha Jeffrey dibêje, "Hejmara serbazên Amerîka yên li Sûriyeyê ne 200 in ku wekî hatiye ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Tîma nûnerê taybet yê Serokê Amerîkayê ya ji bo Sûriyeyê (rojavayê Kurdistanê) zanyariyên temam nadane Donald Trump! Nûnerê Donald Trump James Jeffrey ragihand ku herdem agahiyên hûr ji rêveberiya Koçka Spî veşartine.

Her wiha Jeffrey dibêje, hejmara serbazên Amerîka yên li Sûriyeyê ne 200 in ku wekî hatiye ragihandin.

Her wiha diyar kir ku wan çi hêz ji Sûriye (rojavayê Kurdistanê) venekişandine. Ji bo mana wan a li Sûriyeyê 5 sedemên sereke hebûn! Ew sedem jî ji Trump re hatine gotin. Lewma dema mayîna hêzên Amerîka hat dirêjkirin.

Her wiha Jeffrey got, Bi awayeke fermî Trump ji bo parastina bîrên neftê razî bû ku 200 leşker bimînin. Lê hejmara wan zêdetir e. Ev agajî ji Trump hatin veşartin. Çi hêzên  Amerîka ji Sûriye venekişandine.

Her wiha James Jeffrey diyar kir ku herdem zanyariyên kûr û hûr yên leşkerên wan ên li Sûriyeyê ji Koçka Spî veşartine.