DAIŞê li Kerkûkê êrîşî polîsan kir

Çekdarên DAIŞê li başûrê parêzgeha Kerkûkê êrîş kirin ser polîsê federal.

Hewlêr (K24) – Çekdarên DAIŞê li başûrê parêzgeha Kerkûkê êrîş kirin ser polîsê federal û di encamê de du polîs hatin kuştin û sê polîs jî birîndar bûn.

Şevê din çekdarên DAIŞê li gundê Hemraniye yê ser bi bajarokê Riyaz ê li başûrê Kerkûkê, êrîş kirin ser hêzên polîsê federal.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, piştî rûbirûbûn û şerê navbera her du aliyan, du polîs hatin kuştin û sê polîs jî birîndar bûn.

Ji ber serdestiya DAIŞê li sînorê parêzgeha Kerkûkê û bi taybetî jî li deverên madeya 140, ji ber vekişîna hêzên Pêşmerge û çêbûna valahiya ewlehiyê, çekdarên DAIŞê bi awayekî berdewam êrîş dike ser hêzên Iraqî.