Baba Şêxê nû yê Êzidiyan hat diyarkirin
Duhok (K24) – Elî Elyas Hecî Nasir weke Baba Şêxê Êzidiyan hat diyarkirin.
Nûçegihanê Kurdistan24ê Mahîr Şingalî ragihand; piştî çend rojên gotûbêj » şêwirên li nav Êzidiyan, îro Elî Elyas Hecî Nasir weke Baba Şêxê Êzidiyan hat diyarkirin.
Mahîr Şingalî eşkere kir; kesê ku dibe Baba Şêxê Êzdiyan divê di ola Êzdiyatî de gelek şareza be û rola wî ya girîg di nav Êzidiyan de hebe. Yek ji wan erkên sereke yên Baba Şêx ew e ku divê di hemû merasîmên olî yên Êzidiyan de amade be.
Jînenîgariya Baba Şêx Elî Elyas Hecî Nasir wiha ye:
- Elî Elyas Hecî Nasir di 5ê Kanûna 1979an de li Şêxanê jidayîk bûye.
- Ji malbateke olperwer a Êzidî û di nav civaka Êzidiyan de perwerde bûye.
- Zewicî ye û bavê çar zarokan e.
- Bapîrê wî ji sala 1920an heta 1954an, bavê wî jî ji sala 1977an heta sala 1995an, Baba Şêxê Êzidiyan bûn
- Di pola şeş a seretayî de dest ji xwendina fermî berdaye, da ku xizmetên olî bike û ji zarokatiyê ve hînî qewl û beytên olî bûye, şarezayiya wî li ser hemû qewl û beytan heye.
- Piştî wefata bavê xwe, çûye Perestgeha Lalişê û bi awayekî berdewam xizmeta perestgehê kiriye û heta niha 12 car bûye çilegir.
- Niha bi fermî yek ji qewlbêjên Êzidiyan e.
- Xwedî peyameke diyar e li nav ola xwe, ku pêkvejiyana hemû olan e li Herêma Kurdistanê.
- Li ser hemû merasîmên Êzidiyan gelek şareza ye, bi taybetî li ser merasîmên ku Baba Şêx encam dide.
- Ji aliyê civakî ve, amadebûna wî ya diyar heye û piraniya pirsgirêkên civakî bi xwe çareser dike.
- Ji aliyê netewî ve, her dem banga ciwanên Êzidî kiriye ku rêz li ax û niştimana xwe bigrin.
- Ji aliyê ol û felsefeya Êzidiyan ve, bi dehan hevdîtinên wî yên televîzyonî hene.
- Piştî jenosîda Êzidiyan, roleke wî ya berçav hebû di xizmerkirina awareyan de.