Efrîn.. Çekarên ser bi Tirkiyê ve 11 kes revandin

Grûpên çekdaran ên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin, 11 kes ji 2 gundên Efrînê revandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdaran ên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin, 11 kes ji 2 gundên Efrînê revandin.

Jêderên taybet ên ji Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpa Polîsa Leşkerî roja 8ê vê mehê 6 welatî ji gundê Behdîna yê navçeya Raco revandin. Piştî ku ji fidya hezar Lîreyên Tirkî ji 3 kesan standin, ew berdan û çarenivîsa 3 kesan jî hîna ne diyar e.

Diyar kir jî, grûpa El Hemzat roja 12ê vê mehê 5 kes ji gundê Bêkê yê navçeya Bilbilê revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Revandina welatiyên kurd ên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve berdewam e. Li gor rêxistinên mafên mirovan, heta niha bi hezaran kes hatine revandin û çarenivîsa beşeke mezin jî ne diyar e.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca çekdaran ji revandina kurdan ew e, xelkê Efrînê koçber bibe û ew jî proseya guhartina demografî bicih bikin.