Selîm Çurukkaya: Divê hemû Kurd bang li PKKê bikin

Şîrovekarê siyasî Selîm Çurukkaya li ser kiryarên PKKê yên li Herêma Kurdistanê axivî.
kurdistan24.net

 

Hewlêr (K24) – Nivîskar û şîrovekarê siyasî Selîm Çurukkaya li ser kiryarên PKKê yên li Herêma Kurdistanê diyar kir: “Divê hemû Kurd bang li PKKê bikin û jê re bibêjin divê Kurd bi destê Kurdan neyên kuştin.”

Li ser êrîşên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li dijî Herêma Kurdistanê, ku li sînorê Tirkiyê boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê teqandibû û di êrîşekê de pêşmergeyek şehîd kiribû, Selîm Çurukkaya li ser vê mijarê ji bajarê Hamburgê yê Almanyayê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û bersiv da pirsên Cemal Batun.

Selîm Çurukkaya destnîşan kir ku Serok Barzanî şerê Kurd û Kurd heram kiriye û divê hemû Kurd bang li PKKê bikin û jê re bibêjin divê Kurd bi destê Kurdan neyên kuştin.

Çurukkaya diyar dike: “Hemû partiyên Kurd wisa biryarek bide ku Kurd bi destê Kurdan neyê kuştin.”

Tevî ku gelek rêxistin û partiyên ji bakur û rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê hene û rêz li serweriya wê digrin, lê PKK û derdora wê, rêz li Herêma Kurdistanê nagre. Selîm Çurukkaya li ser vê mijarê diyar kir: “PKK diçû Sûriyê îzin digirt li Sûriyê disekinî, diçû Îranê îzin digirt disekinî, diçû Iraqê îzin digirt disekinî, lê ji Kurdistanê îzin nagire. Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye dixwazin Herêma Kurdistanê xirab bikin. PKK di destê wan de amûr e.”

Hemû partiyên Kurdistanê li hember kiryarên van demên dawî yên PKKê yên li Herêma Kurdistanê helwest nîşan dan û diyar kirin ku divê PKK rêz li serweriya Herêma Kurdistanê bigre, li ser pirsa "Gelo PKK dê guh bide rewşenbîr û partiyên Kurd" Selîm Çurukkaya diyar kir ku eger îradeya PKKê hebe, dê guh bide, lê eger îradeya wan Îran û Heşda Şe'bî be, dê guh nede.