Serokomariya Tirkiyê ji parlementoyê daxwaz dike ku leşkeran bişînin Azerbaycanê

Serokomariya Tirkiyê daxwaznameyek arasteyî Parlementoya Tirkiyê kir, da ku parlemento rê bide leşker bişînin Azerbaycanê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomariya Tirkiyê daxwaznameyek arasteyî Parlementoya Tirkiyê kir, da ku parlemento rê bide leşker bişînin Azerbaycanê.

Li gor daxwaznameyê, Artêşa Tirkiyê li herêma Qerebaxê ligel Artêşa Rûsyayê, dê çavdêriya agirbest û cîbicîkirina rêkeftina Azerbaycan û Ermenistanê bike, ku roja 9ê vê mehê bi serperiştiya Rûsyayê hat îmzekirin.

Ji bo şandina leşkerên Tirkiyê bo derveyî welat, li gor destûra Tirkiyê, divê parlemento rizamendî nîşan bide.

Hêjayî gotinê ye ku Parlementoya Tirkiyê her sal dema mana leşkerên Tirkiyê li Iraq û Sûriyê dirêj dike.