515 kes ji kampa Holê hatin derxistin

Bi serperiştiya Meclîsa Sûriyê Demokrat (MSD), 515 kes ji 120 malbatên Sûrî ji kampa Holê ya Hesekê hatin derxistin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi serperiştiya Meclîsa Sûriyê Demokrat (MSD), 515 kes ji 120 malbatên Sûrî ji kampa Holê ya Hesekê hatin derxistin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, bi serperiştiya ku berî demekê MSDê ragihandibû, 515 kes ji 120 malbatên Sûrî ji kampa Holê ya Hesekê hatin derxistin. Piraniya kesên ji kampê derketine xelkê Dêrazorê ne.

Biryara derxistina van malbatan li gor civîna 5 'ê Cotmeha 2020'an a di navbera Rêveberiya Xweser, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, Komîsyona Karûbarên Civakî û û Desteya Hundirîn de pêk hat.

Li gor zanyariyên peyamêrê me, ev dana 5em a derketina xelkê ji kampê Holê ye. Wan pêştir navên xwe li li cem rêveberiya kampê tomar kiribûn û daxwaza derketinê kiribûn.

Kampa Holê ku 40 kîlometre li rojhilatê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê ye, li gor amarên Neteweyên Yekbûyî 65 hezar kes tê de hatine niştecîkirin. Piraniya wan malbat û xizmên çekdarên DAIŞê ne. Li gorî hin raporên saziyên navdewletî, kampa Holê yek ji kampên herî metirsîdar e li ser asta cîhanê.

 

515 kes ji kampa Holê hatin derxistin
515 kes ji kampa Holê hatin derxistin
515 kes ji kampa Holê hatin derxistin
515 kes ji kampa Holê hatin derxistin
515 kes ji kampa Holê hatin derxistin
515 kes ji kampa Holê hatin derxistin
515 kes ji kampa Holê hatin derxistin
515 kes ji kampa Holê hatin derxistin
515 kes ji kampa Holê hatin derxistin