Înce: Amerîka peyamek da Tirkiyeyê

Vahdettin Înce beşdarî bûltena nûçeyan a Kurdistan24'ê bû û bersiva pirsên Cemal Batûn da.

Hewlêr (K24) - Cihgirê Serokê Partiya Pêşerojê Vahdettin Înce derbarê serdana Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Mike Pompeo de dibêje, "Bi rastî şekl û forma serdana wezîrê karên derve yê Amerîkayê ji bo Tirkiye cihê acizî û dilgiraniyê ye. Were serdana Tirkiye û kesekî fermî nebîne û biçe. Teqez mirov li ser difikire ku ka ev tê çi wateyê. Bivê nevê Tirkiye jî vê difikire!"

Înce beşdarî bûltena nûçeyan a Kurdistan24'ê bû û bersiva pirsên Cemal Batun da.

Înce dibêje, "Navbera Amerîka û Tirkiye geh li jêr û geh li jor e. Her tim bi awayekî rasterast naçe. Hinek gavên Tirkiye li xweşa Amerîka naçin, hinek gavên Amerîka li xweşa Tirkiyeyê naçin. Di van rojan de ev tê dîtin."

Bal kişand ser hewlên Tirkiyeyê û bandora wan û got, "Li rojavayê Behra Spî Tirkiye hinek gav avêtine. Li Qibrisê vekirina bajarê Maraşê. Peyre li Qerebaxa Çiyayî Tirkiye li aliyê Azerbaycanê sekinî. gavên li rojavayê Kurdistanê avêtine. Bala Amerikayê dikêşe. Ev hemû bivê nevê bala Amerîka û Yekitiya Ewropa û gelek welatên din dikişîne. Ev hemû cihê pirsyariyê ne."

Înce got "Amerîka peyamekê dide Tirkiye û axaftina xwe wiha berdewam kir, "Ji ber van gavên ku Tirkiye diavêje Amerîka dixwaze bi vî awayî peyamekê bide. 'Heger tu van gavan bavêjî ev dê bibe sebeba nîgeraniyê di navbera me de. Di ziyareta Fransa de jixwe ev eşkere bûn. Helwestên Tirkiyeyê cihê nîgeranî û diltengiyê ne. Gava em bala xwe didinê dibînin ku tê gotin ku divê li hember vê Amerîja û Ewropa bi hev re gavan bavêjin."

Her wiha derbarê serdana Mike Pompeo de jî dibêje, "Wezîrekî Amerîkî serdaneke bi vî rengî bike cihê pirsê ye. Çima pêk hat? Gelo di nava herdu weşatan de nexweşiyek heye ku em pê nizanin!? Li pêşerojê ev hemû dê derbikevin holê Lêbelê ji berê ve heta îro têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê wiha bi xweşî derbas nebûye. Hêj di wexta şerê Qibrisê de jî em dizanin Ambargo li ser Tirkiyeyê danîne."

Derbarê bêrêziya berpirs û medyaya Tirkiyeyê ya li dijî Joe Biden de jî dibêje, "Di çapemeniya Tirkiyeyê de gotinên tûnd yên derveyî zimanê dîplomasiyê li dijî Joe Biden hatin belavkirin. Bi rastî hevkariya Tirkiye û Trump gelek caran di berjewendiyê Tirkiyeyê debû. Mesela li Bakûrê Sûriyeyê, di Rojava de -belkî mirov dikare bêje- rê li pêşiya operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê vekir. Heger karta sor nîşan bidaya belkî Tirkiyeyê nikaribûya wan tiştan bike. Lê karta kesk nîşan da heta qadekê. Lê heta bi qadekê. Nexwest hertiştî tevlihev bike."

Ev demeke Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan behsa gûhorînên aborî û dadî dike. Derheqê vê mijarê de Înce zanyariyan dide û dibêje, "Belkî bala we jî kêşa be ev çend roj in, Tirkiye behsa hewleka din dike, ji aliyê dad, hiqûq, dîplomasî û aboriyê ve... Ev hemû tên wê wateyê ku Tirkiye xwe amade dike ku bi Biden re kar bike. Wexta ku Biden hat ji nû ve xwe li gorî wê bigûncîne. Heta niha digotin belkî Trump ser bikeve lewma ew daxûyaniyên -xirab- didan. Êdî Biden serket û Tirkiye dixwaze bi Biden re kar bike û helwesta xwe li gor wê diyar dike. Dizanin ku bêyî Biden û Amerîka li vê herêmê (Rojhilata Navîn) gav nayên avêtin. Tu bi dewletekî mîna Amerîka re di şer de bî, hişk bî tu nikarî li vir kar bikî. Vêca dewletekî mîna Tirkiyeyê dixzane ku heger Biden were dê çawa kar bike. Li gor berjewendiyên xwe helwesta xwe wisa tîne rojevê."