Talabanî: Em projeya pircûrkirina aboriya Kurdistanê pêk tînin!

Hewlêr (K24) - Cîhgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qûbad Talabanî ragihd ku projeya pircûrkirina dahata Herêma Kurdistanê li pêş wan e û amade ne derheqê deriyên sînorî û petrolê de rêkeftinê li gel Bexdayê bikin.

Talabanî îro bi riya internetê beşdarî Forûma Aboriya Kurdistanê ya li Londonê bû û gotarek pêşkêş kir.

Di axaftina xwe de behsa bingeha aboriya Herêma Kurdistanê ya nû kir. Derheqê proje û biryarên nû de agahî dan.

Diyar kir ku dê kerta taybet û bingeha aboriya pircûrî xûrt bikin.

Behsa bandorên neyînî yên vîrusa corona ku li ser aboriya Herêma Kurdistanê û cîhanê belav bûye kir û got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dike ku siyaseta xwe ya aborî ya li ser bingeha petrolê biguhere da ku pîşesazî, çandinî û geştiyariyê pêş bixe."

Talabanî wiha got: "Me gavên cidî avêtin da ku cotkarên me kêmtir xwe bispêrin hikûmetê, bi riya cesaretdayîna sektora taybet ji bo pêşxistina sektora çandiniyê li herêma me rolek mezintir bilîze." Li şûna ku em xwe bispêrin Bexdayê ku genimê cotyarên Kurdistanê bikire û piştre jî destheqê wan nede, di demên dawî de me bi sektora taybet re parve kir da ku genimê xwe rasterast di hundur de bidin bazarê."

Cihgirê Serokwezîrî, derbarê destpêkirina projeya xizmetguzariyê de wiha got: "Em di pêvajoya dîjîtalkirina hikûmetê de ne. Da ku xizmetên hikûmetê baştir birêve bibin û gendeliyê ji holê rabikin"