Çend mûşek ber bi Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê hatin avêtin

Mûşek ji aliyê sîstema berevaniya balyozxanê ve hatin pûçkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Çend mûşek ber bi Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê hatin avêtin, lê mûşek ji aliyê sîstema berevaniya balyozxanê ve hatin pûçkirin.

Wezareta Berevaniya Iraqê ragihand, şeva borî 7 mûşek ji taxa “Hey Emînî” ya Bexdayê arasteyî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê hatin kirin.

Li gorî agahiyan, tevahiya wan mûşekan ji aliyê sîstema berevaniya balyozxanê ve hatin pûçkirin, lê di wê êrişê de zarokek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Ev êriş di demekê de ye ku Amerîkayê dest bi kêmkirina hêzên xwe li Iraqê kiriye. Amerîkayê biryar daye derdora 500 serbazên xwe ji Iraqê derxîne û tenê 2500 serbazan li Iraqê bihêle.