Serokomarê Iraqê: Mirinê nehişt Dr. Firset zêdetir xizmeta Kurdistanê bike

Serokomarê Iraqê Berhem Salih derbarê koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî peyameke sersaxiyê belav kir.

Hewlêr (K24) – Serokomarê Iraqê Berhem Salih derbarê koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî peyameke sersaxiyê belav kir û ragihand: “Mixabin mirinê nehişt Dr. Firset zêdetir xizmeta avakirin û pêşvebirina Hewlêrê û Kurdistanê bike.”

Peyama sersaxiyê ya Serokomarê Iraqê wiha ye:

Mixabin agahiya koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî gihişte min. Dr. Firset Sofî parêgarekî jêhatî û xemxur bû. Di wê dema kêm a erkê xwe de dewsa destê wî diyar e û dixwest xizmeta bajêr bike.

Firset Sofî hiqûqnasekî jêhatî û parlementerekî serkeftî bû. Mixabin mirinê nehişt Dr. Firset zêdetir xizmeta avakirin û pêşvebirina Hewlêrê û Kurdistanê bike.

Ez sersaxiya malbat û xizmên wî dixwazim û di Yezdanê mezin daxwaz dikim ku wî bi bihişta xwe şad bike.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin ba Xweda)

Dr. Berhem Salih

Serokomarê Iraqê