Ji Serok Barzanî peyama pîrozbahiyê bo Êzidiyan sebaret bi danan Babe Şêxê nû!

Peyama Serok Barzanî ya ji bo gelê Êzidî sebaret bi diyarkirina Babe Şêxê nû.

Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî sebaret bi diyarkirina Babe Şêxê Êzidiyan (Ixtiyarê Mergehê) ê nû peyameke pîrozbahiyê li Mîr Hazim, Encûmena Rûhanî û gelê Êzidî dike.

Peyama serok Barzanî:
"Bi helkefta danana Babe Şêxê nû yê ayînê Êzdiyan pîrozbahiyên germ arasteyi Mîr Hazim û civata rûḧanî û hemu xuşk û brayên me yên Êzidî dikim.

Hîvîdar im‌ danana Babe Şêxê nû bibe hêvênê yekrêzî û tebayiyê di nava komelgeha Êzidî û Êzîdxanê de. Bibe dergehê xêr û derbazbûnê ji êş û azar û jiyana awareyî û dûmahîhatina ferman û cînosaydkirina Kurdên Êzidî.

Pîrozbahiyeka taybet li Babe Şêx dikim û hîvîdar im‌ di erkê xwe yê nû de, serkeftî be û xizimeta civak û ayînê Êzidiyan bike.

Li dûmahiyê tekîdê li parastina taybetiyên Êzidiyan û hemû pêkhateyên din yên Kurdistanî dikim û pêdiviye giyanê pêkvejiyanê û hevqebulkirinê li Kurdistanê mûkimtir be."