Ermenistanê amarên şerê Qerebaxê eşkere kir

Wezîrê Tendirustî yê Ermenistanê Arsen Torosyan hejmara leşkerên ku li Qerebaxê canê xwe ji dest dane, eşkere kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustî yê Ermenistanê Arsen Torosyan ragihand ku ji ber şer û pevçûnên li hember Azerbaycanê yên li herêma Qerebaxê 2 hezar û 425 leşkeran canê xwe ji dest mane.

Arsen Torosyan li ser amarên kuştiyên şerê li herêma Nagorno-Qerebaxê ku di dawiya meha Îlonê de dest pê kiribû, agahî dan.

Torosyan di daxuyaniya xwe de ragihand: “Saziya me ya dadî, li ser termên 2 hezar û 425 leşkerên me yên ku canê xwe ji dest dan, lêkolîn kir.”

Wezîrê Tendirustî yê Ermenistanê Arsen Torosyan herwiha eşkere kir ku nasnameyên 250 leşkerên kuştî hê jî diyar nebûne.

Berî niha Artêşa Ermenistanê amarên şer belav kiribû û diyar kiribû ku 1585 kesan canê xwe ji dest dane.

Ermenistan û Azerbaycan di 9ê Mijdarê de bi navbeynkariya Rûsyayê agirbest îmze kiribû.