Mevlut Çavuşoglu sersaxî da Serokê Herêma Kurdistanê

Wezîrê Derve yê Tirkiyê vê êvarê di peywendiyeke telefonî de ji ber wefata Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî sersaxî da Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu vê êvarê di peywendiyeke telefonî de ji ber wefata Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî sersaxî da Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

Li ser malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji ber koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî, sersaxî da Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û malbat û kesûkarên Dr. Firset Sofî û hevxemiya xwe li ser jidestdana wî nîşan da.

Serokê Herêma Kurdistanê jî ji bo peywendî û hevxemiya wan spasiya Wezîrê Derveyê Tirkiyê kir.

Dr. Firset Sofî 41emîn Parêzgarê Hewlêrê bû, piştî belavbûna vîrûsa koronayê, li gor gotinên heval û kesên nêzîkî wî, du caran bi koronayê ket.

Firset Sofî li ser daxwaza malbata xwe, ji ber xirabiya rewşa tendirustiya wî, bo nexweşxaneyeke Enqerê hat şandin. Lê belê 30 roj piştî pêketina bi koronayê, li wir wefat kir û îro cenazeyê wî hat Hewlêrê û li ser wesiyeta wî, li Hewlêrê hat veşartin.