Bexda du lîwayên polîsê federalî li Şingalê bi cih dike

Du lîwa ji polîsên federalî yên Iraqê gihiştin parêzgeha Neynewa ji bo bicihbûna li navçeya Şingalê.

Hewlêr (K24) – Jêderekî ewlehiyê ragihand; duh pêncşemê du lîwa ji polîsên federalî yên Iraqê gihiştin parêzgeha Neynewa ji bo bicihbûna li navçeya Şingalê.

Jêderê ewlehiyê ji malpera Şefeq Newsê re ragihandiye: “Ew du lîwayên hêzên polîsên federalî gihiştine navçeya Şingalê, da ku îro înê li wir bi cih bibin.”

Herwiha eşkere kiriye: “Hêzên polîsên federalî li devera sînorî yê ligel Sûriyê belav bûne.” Li ser hejmara her du lîwayan diyar kiriye ku herî kêm 2 hezar û 500 polîs in.

Bexda û Hewlêr di 9ê Cotmehê de gihiştin rêkeftinekê. Li gor wê rêkeftinê, her du alî, wê deverê ji aliyê îdarî û ewlehî ve bi hevbeşî bi rê ve bibin.

Herwihali gor rêkeftinê, hêzên federalî yên Iraqê dê li wê navçeyê belav bibin û divê hemû komên çekdar ên din ji Şingalê derkevin.