Malikî ji Serok Barzanî re peyameke sersaxiyê şand

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî ji ber koça dawî ya Şêx Mehmûd Ebdullah Barzanî pismamê Serok Barzanî peyameke sersaxiyê şand.

Hewlêr (K24) – Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî ji ber koça dawî ya Şêx Mehmûd Ebdullah Barzanî pismamê Serok Barzanî peyameke sersaxiyê şand.

Nûrî Malikî di peyama xwe de diyar dike: “Birayê min Birêz Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê. Baweriya me bi qedera Xweda heye. Agahiya wefata pismamê we Şêx Mehmûd Ebdullah Barzanî gihişte me. Em temamê xemgîniya xwe ji we re radigihînin.”

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî herwiha dibêje: “Em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku wî bixe ber rehmeta xwe û bi bihişta berîn şad bike, sebr û aramî ji we re bibexşîne.”

Serok Barzanî duh înê 20ê Mijdara 2020an wefata Şêx Mehmûd Ebdullah Barzanî ragihandibû, ku ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Serok Mesûd Barzanî herwiha eşkere kiribû: “Bi liberçavgirtina rewşa koronayê û ji bo parastina silametiya xelkê, em şîn danaynin.”