Ji Kosret Resûl bo Serok Barzanî peyama sersaxiyê
Hewlêr (K24) – Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl ji ber koça dawî ya Şêx Mehmûd Şêx Ebdullah Barzanî, peyameke sersaxiyê arasteyî Serok Barzanî kir.
Di peyama Kosret Resûl de hatiye diyarkirin: “Min bi xemgînî ve agahiya koça dawî ya Şêx Mehmûd Şêx Ebdullah Barzanî pismamê cenabê we bihîst û ez dilgiran û xemgîn kirim.”
Peyama sersaxiyê ya Kosret Resûl wiha ye:
Birêz Cenabê Kak Mesûd Barzanî
Min bi xemgînî ve agahiya koça dawî ya Şêx Mehmûd Şêx Ebdullah Barzanî pismamê cenabê we bihîst û ez dilgiran û xemgîn kirim. Ez hevbeşê xemgîniya we me. Ez taziye û sersaxî arasteyî we dikim. Ez hêvî dikim ev ne xweşiya we ya dawî bibe. Xwedayê mezin sebrê bide we û rehmetî bi bihişta xwe ya berîn şad bike.
Kosret Resûl Elî
Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)