Li dijî kiryarên PKK li pêş parlamentoya Kurdistanê daxûyaniya kurdên Bakur!

Ser navê şandê ji rewşenbîran Azad Akgül, İbrahim Güçlü, Ahmet Acar û Ali Buran daxûyanî dan.

Hewlêr (K24) - Ji Bakurê Kurdistanê şandek ser navê 500 rewşenbîr, nivîskar û welatiyan li pêş parlamentoya Herêma Kurdistanê daxûyaniye dan û kiryarên PKK yên li dijî serweriya Kurdistanê rexnekirin. Ser navê şandê ji rewşenbîran Azad Akgül, İbrahim Güçlü, Ahmet Acar û Ali Buran daxûyanî dan.

Di daxûyaniyê de hat gotin ku, "Piştî êrîşa PKKê li hemberî pêşmergeyan rewş li Herêma Federe ya Kurdistanê hat qonaxeke xetertir. Loma jî divê helwest li hemberî PKKê zelal bibe. Em jî vê yekê dikin."

Naveroka daxûyanî wiha ye:

"Wek tê zanîn piştî Şerê Kendavê, beşekî mezin yê Başûrê Kurdistanê bi alikariya Emerîka wek herêmeke azad hat îlan kirin.
Her çar dewletên kolonyalîst jî, ditirsîyan ku Kurdistan dê bibe dewlet. Ji bona vê yekê jî dixwestin ku destwerdana Başûrê Kurdistanê bikin, lê ji Emerîkayê jî ditirsîyan. Çar dewletên kolonyalîst bi riya PKKê dest bi êrîşan kirin.

Dewletên kolonyalîst piştî ku Meclîs û Hikûmeta Kurdistanê ava bû û federalîzm îlan bû, zêdetir êrîşker bûn. Çar dewletên kolonyalîst ji bona desthilatdarîya Kurdistanê têk bibin, ji PKKê re bûn alîkar. PKKê jî desthilatdarî, nîzama hiqûqî ya Kurdistanê nas nekir. Di sala 1992-an de şerekî dijwar pêk hat. 3500 pêşmerge şehîd bûn. PKKê teslîm bû, got ku 'ez desthilatdarî û nîzama Kurdistanê nas dikim.'

Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî, wê demê di derbarê êrîşkerî û terora PKKê de, ji 25 Dewletên Ewrûpayê re raporek pêşkêş kir. Wê demê jî ew êrîşên PKKê, ji aliyê kurdperweran ve wek operasyona dewletên dagîrker hat dîyar kirin û li dij hat rawestandin.

Lê PKK, bi piştgirîya Dewleta Iraq û Îranê, li Başûrê Kurdistanê cîwar bû. Dewleta Tirk jî ev yeka ji bona operasyonên xwe sedema stratrejîk nîşan da. Heta îro ji li Başûrê Kurdistaê 30 operasyonî zêdetir pêk anî.. Li Kurdistanê qereqol û 'Herêmeke ewlewî' ava kir.

PKKê, li Başûrê Kurdistanê bi avakirina “Hikûmeta Botan-Bendînanê” û “Komara Zapê” û bi hemû karên xwe yên din, hiqûq û serwerî û desthilatdarîya Kurdistanê re rêz nagre û nas nake. Loma gelek gundên Kurdistanê dagîr kiriye. Ji gundîyên kurd xerac digire. Xort û zarokên kurdan direvîne û dide kûştin. Destwerdana sîyaseta Başûrê Kurdistanê dike. Rêxistinên sîyasî ava dike. Rê ji dagîrkerîya çar dewletên kolonyalîst re vedike. Partîyên Kurdistanê û serokên Kurdistanê rewa nabîne.

Divê baş bê zanîn ku PKK li Herêma Federe ya Kurdistanê rêxistineke dagirker e.. Li Şengalê û li Maxmûrê û li Qendîlê û li gelek gundên Kurdistanê dagîrkerîya wê bi salan e ku dom dike.

Hikûmeta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê ji bona ku PKKê û Haşdî Şabî ji Şengalê û li hemû deverên din derkevin di peymanekê de li hev kirin. Lê PKKê ji bona ku ji Şengalê dernekeve, li Kurdistanê şer îlan kirîye. Êrîşî pêşmergeyan û berpirsîyarên asayîşê dike.

Em armanca PKKê ya stratejîk ji nezik ve û baş nas dikin ku ew dixwaze Herêma Federe ya Kurdistanê ji holê rake.

Rastiyeke vekirî heye ku Herêma Federe ya Kurdistanê, di vê qonaxê de hêvîya hemû beşên Kurdistanê û kurdên dinyayê ye. Xirabîya bê serê wê, zirarê dide hemû kurdan.

Aşkere ye ku PKK, li Herêma Federe ya Kurdistanê hêzeke biyanî û dagîrker û terorîst e. PKK, Li Başûrê Kurdistanê û li hemû beşên din yên Kurdistanê li hemberî rêxistin-partiyên Kurdistanê û kurdên welatparêz bi awayekî bêperva çalakiyên terorîstî pêk anî û pêk tîne. Bı ev taybetiyên xwe divê ji Kurdistanê bê derxistin. Bi PKKê re dîyalog, li Kurdistanê rewabûna wê naskirin dibe. Ceribandinê jî derxistiye holê ku bi PKKê re diyalog çare nîne.

Loma em ji bona ku gelê me û ciwanên me nayên kûştin û zirar nebînin, em ji PKKê daxwaz dikin ku dev çek berdin û bê qeyid şert desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê nas bikin û an jî bi awayekî aşitî ji Herêma Federe ya Kurdistanê derkevin...

Heger PKKê ev yeka nekir, divê Hikûmeta Kurdistanê, Hikûmeta Federal ya Iraqê bi hev re serweriya xwe ava bikin. Her dewletek li dijî hêzên nehiqûqî û terorîst û dagirker çi dikin, divê ew li hemberî PKKê bê kirin.

Divê rêxistinên Başûrê Kurdistanê yên ku bi PKKê re alîkar û têkildar in, divê pêwendiyên xwe bi PKKê re qût bikin.

Hikûmeta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê heger mijara PKKê û hemû hêzên çekdar tasfiye nekin, nikarin ji operasyon û bombabarandina Dewleta Tirk jî xelas bibin û serwerîya xwe biparêzin.

Em, ji bona ku PKKê ji Herêma Federe ya Kurdistanê tasfiye bibe û bê derxistin, ji biryarên bên girtin re piştgir in.

Em ji ciwanên Kurdistanên yên ku di nav PKKê de xebat dikin daxwaz dikin ku ew xirabîyê li welatê xwe û neteweya xwe nekin. Li dijî siyaseta PKKê ya ku xizmetê dewletên kolonyalîst dike, derkevin. Dev ji çek berdin.