Li Sûriye hêzên Îranî hatin bombebaran kirin; Şik li ser Îsraîlê ne!

Îsraîl, Hizbûllaha Îranî tometbar dike ku ji Sûriye êrişan tînin ser welatên wan. Lewma gelek caran êrişî van hêzan dike

Navenda Nûçeyan (k24) - Li Sûriye li devera El Bûkemal çekdarên alîgirên Îranê hatin bombebarankirin û 14 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gor zanyariyên Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriye (SOHR), firokeyên şerî devera El Bûkemal bombebaran kirin ku li gor texmînan firokeyên Îsraîlê bûn.

Hat diyarkirin ku 14 çekdaran canê xwe ji dest dane û gelek jî birîndar bûne.

Hew wiha li Rojavaya El Bukemal 10 xalên din jî hatin bombebaran kirin ku dîsa çekdarên ser bi Îranê ve li wir bûn.

Hat ragihandin ku di nav çekdarên canê xwe ji dest dane de hevwelatiyên Afxanistanî û Iraqî jî hebûn.

Îsraîl, Hizbûllaha Îranî tometbar dike ku ji Sûriye êrişan tînin ser welatên wan. Lewma gelek caran êrişî van hêzan dike