Serok Barzanî sersaxî da malbata Mîrza Refîq
Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya kesayetiyê naskirî yê Silêmaniyê û Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û Gulanê Mîrza Refîq peyameke sersaxiyê belav kir.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Ji bo malbata xwedê jêrazî Mîrza Refîq
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl û Gulanê û kesayetiyê diyar ê Silêmanî û Pênciwên Mîrza Refîq gihîşt me.
Pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî we yên birêz û tevahiya xizm û kesûkar û nasên we dikim û ez xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji Xwedayê mezin hêvîdar im xwedê jêrazî bi bihişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û emê dîsa vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
23.11.2020