Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên diçe Rûsyayê
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Iraqê ragihand; şandeke hikûmeta Iraqê bi serokatiya Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên dê serdana Rûsyayê bike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ragihand; şandeke hikûmeta Iraqê bi serokatiya Wezîrê Derve Fuad Husên îro diçe Moskowê.
Ehmed Sehaf her wiha da zanîn, şanda han dê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û çend rayedarên din ên Rûsyayê re hevdîtin bike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê diyar dike; şanda Iraqî, ku Wezîrê Bazirganî yê Iraqê jî tê de ye, dê bi rayedarên Rûsî re li ser petrol, bazirganî û çend mijarên din gotûbêj bike.